2 raperên Kurd li Almanyayê stranan bo zaroyan dibêjin

Ji bo hejandina hestê mirovatiyê û xwedîderketina Xwediyên dengên bê deng, komeke ji hunermend, stranbêj û “Hîp Hop” ên Almanyayê, di nava wan de Azad û Xatar ku Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ne, wê di salona mezin a “Columbia Halle” li Berlîn werin ser sehneyê bistirin.

K24 – Berlîn

Yek ji organîzatorên wê şevê, da diyarkirin ku bi armanca komkirina alîkariyên madî û hişyarkirina polîtîk û hejandina hikûmetan bo xwedîderketina li zarokan, wan ev şev amade kiriye.

Herwisa da eşkere kirin, ji bilî Azad û Xatar ên Kurd in, wê Enîssa Amanî, 187 Strassenbande, Haftbefehl, SSIO, Ćelo & Abdî, SCHWESTA EWA, Nimo, Hanybal û Silla jî derkevin ser sehneyê albumên xwe ên nû jî pêşkêş bikin. Dahata vê konserta xêrxwazî bo zaroyên pêwîstî bi alîkariyê ne.

Xatar navê wî yê hunerî ye, Gîwar Hajabî 24.12.1981an li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Saqezê jidayik bûye, raperekî navdar ê Elmanyayê ye ji eslê xwe înkar nake, piraniya stranên wî rexneyî ne, li ser doza gelê xwe jî, rapp kiriye.

Azad 24.11.1979 li bajarê Sinê a Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye, rappa wî “Ich glaube an dich” ez li te bawer im, bo xelata yekemîn ser asta Elmanya bi dest xistibû, ew yek ji navdartirîn rapperên Elmanyayê tê naskirin.