Erdogan: Em ê li ser helwêsta xwe berdewam bin

Demeke dibe Tirkiye navçeyên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola PYDê de topbaran dike û ligel hişyariya dewletên herêmê, Tirkiye li ser helwêsta xwe berdewam e.

K24 - Enqere

Demeke dibe Tirkiye navçeyên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola PYDê de topbaran dike. Ligel hişyariya dewletên herêmê, Tirkiye li ser helwêsta xwe berdewam e û piştî teqîna Enqerê, rayedarên Enqerê daxwiyaniyên dijwartir didin.

Topbarankirina Tirkiyê ya ser hêzên YPGê di 13ê Sibatê de li herêma Ezazê dest pê kir. Ev operasyona Tirkiyê, ji aliyê dewletên ku li herêmê aktor in ve rastî nerazîbûnê hat. Herwiha li ser vê yekê Tirkiye hat hişyarkirin.

Tirkiye li hemberî hişyariyan diyar kir ku ew gavekê paşve navêje. Herî dawî jî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dûbarê kir ku Tirkiye li herêmê dê xwe biparêze û li ser helwêsta xwe berdewam be: “Qonaxa ku em gehiştinê, rewşa berevaniya rewa ye. Tu kes nikare mafê Tirkiyê yê li hemberî berevaniya êrîşên terorî sînordar bike. Tu kes nikare bikaranîna wî mafî jî asteng bike.”

Gotinên Erdogan egerên amadekariyên şer dîsan xurt kirin. Di nav vê aloziyê de bersiva pirsa “Gelo Tirkiye diçe şer?” berdevkê Qesra Spî da. Îbrahîm Kalin diyar kir ku wan niyetek wiha tune ye û ew dê li herêmê digel hevpeymaniya navneteweyî tevbigerin.

Kalin wiha axifî: “Eger hevpeymanî derbarê vê yekê de planeke çalakiyê çêbike, em ê jî di çarçoveya berjewendiyên xwe yên neteweyî de binirxînin. Niha rewşek wiha tune ye ku em bibêjin sibê wê operasyonek dest pê bike.”

Piştî Teqîna Enqerê, Tirkiyê li dijî YPGê hêviya xwe ya piştevaniyê ji cihanê re ragihand. Di nav vê avûhewayê de Şewirmenda Serokê Rejima Suriyê diyar kir ku ew YPGê wek parçeyek parastina Sûriyê dibînin û herwiha destkeftên YPGê wekî destkeftên Sûrî dibînin.  

Ji ber helwesta xwe ya YPGê Tirkiye her diçe di qada navneteweyî de bi tena serê xwe dimîne. Li Tirkiyê ji aliyê nîqaşên siyasî yên navxweyî ve jî dengên dijber her diçe zêdetir dibin. Loma Tirkiye di warê polîtîkaya derve de ketiye nav erênayeke berbiçav.