Li Îranê 200 zarok li gel dayîkên xwe di zindanê de ne

Berî niha Wezareta Dad a Îranê rafehndibû ku, salane 500 hezar kes li Îranê bi tometên co bicor dikevin zindanan.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Desteya zindanên Îranê ragehand ku, (200-250) zarok li gel dayîkên xwe di zîndanên cor bicor, ên wî welatî de hene.

Derbarê wan zarokên ku li gel dayîkên xwe di zindanan de ne, Serokê Desteya zindanên Îranê Esxer Cehangîrî daxuyaniyek belav kir, tê de wiha hatibû gotin: "Diyardeya hebûna zarokan li gel dayîkên xwe di zindanên Îranê de giheştiye asteke metirsîdar û di zêdebûnê de ye, heta niha jî(200-250) zarok li gel dayîkên xwe di zindanên cor bicor de hene."

Cehangîrî da zanîn ku, bi armanca hawlên avakirina çendîn bexçeyêb perwerdekirina zaokan li tevahiya Îranê  ew pîwendiyê  li gel alîkara Serokê Iranê ya Karûbarên jinan Şehîndixt Mûlawerdî dikin.Berî niha Wezareta Dad a Îranê rafehndibû ku, salane 500 hezar kes li Îranê bi tometên co bicor dikevin zindanan.