Sûriye: 27ê Sibatê agirbest tê ragihandin

Roja 26ê Sibatê dê aliyên şer li ser agirbestê îmze bikin.

K24- Navenda Nûçeyan

Amerîka û Rûsyayê li ser ragihandina agirbesta li Sûriyê lihev kirin.

Li gor ku du çavkaniyan ji televîzyona al-Jazeera ya Erebî ragihandine, reşnivîsa ku ji aliyê Washington û Moskoyê ve hatiye amade kirin, diyar dike ku dê agirbest roja 27ê Sibatê têkeve warê cîbicîkirinê.

Ev agirbest dê ji aliyê grûpên opozîsyona Sûriyê û rejîmê ve were cîbicîkirin, her yek ji Eniya el-Nusrayê û DAIŞê jî dê ne di bin siya vê agirbestê de bin.

Herwiha çavkaniyan diyar kirine ku, dê roja 26ê mehê aliyên şer li Sûriyê li ser wê agirbestê îmze bikin.

Lê heta niha ti aliyê fermî derbarê dema agirbestê de agahî nedane.

Ji bo gehiştin bi vê rêkeftinê jî,  Rûsya  û Amerîkayê hewldaneke xurt meşandine, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey lavrov û hevşanê wî yê amerîkî John Kerry derbarê vê mijarê de duh 3 caran bi riya telefonê axivîne.