Mesrûr Barzanî: Çaksazî take rêya çareseriyê ye

Şêwirmendê Encûmena Asyişa Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyoz û Konsulgerê Brîtanyayê kir.

K24- Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî tekez kir ku, take rê bo çareserkirina krîzan “çaksazî” ye.

Barzanî amaje bi girîngiya biryarên Serokê Herêma Kurdistanê yên derbarê çaksaziyê de kir, bi pêwîst jî zanî ku hemû alî li ser cîbicîkirina wan biryaran kar bikin.

Herwiha Mesrûr Barzanî di dema pêşwazîkirina Balyozê Brîtanya li Iraqê Frank Baker û Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê Ankz Mackie de, balkişande ser pêwîstiya rêxistina sîstema îdarî û aborî û darayî li Herêma Kurdistanê “li ser bingeheke zelal û tendurist. Tekez kir jî ku ji bilî çaksaziyê ti rêyek din nîne.”

Di daxuyaniya ku derbarê naveroka hevîdtinê de hatiye belav kirin hatiye: “Mesrûr Barzanî dibîne ku hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê berpirsiyarin û amaje bi wê yekê kiriye ku her aliyek li gorî xwe û li gorî hêza xwe di ber vê rewşê de berpirsin, lewma divê em hemû bihevre pirojeyên çaksaziyê lipêşbixin û bighînin armancên wê.”

Barzanî amaje bi rewşa Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî kiriye û aniye ziman ku, divê civaka navdewletî alîkariya darayî pêşkeş bike “Ji ber derengketina wê piştgiriya ji wiha bêhtir tehemul nake.”