Tirkiye li Sûriyê çi dike armanc?

Li Sûriyê şer û aloziya heyî berdewam e. Dewletên cîhanê bi stratejiyên cuda li herêmê bicîh bûne. Tirkiye jî bi daxwiyaniyên xwe û amadekariyên leşkerî nîşaneyên destpêka şerekî dide.

K24 – Enqere

Li Sûriyê şer û aloziya heyî berdewam e. Dewletên cîhanê bi stratejiyên cuda li herêmê bicîh bûne. Tirkiye jî bi daxwiyaniyên xwe û amadekariyên leşkerî nîşaneyên destpêka şerekî dide. Gelo Tirkiye li Sûriyê çi dike armanc? Pispor vê mijarê dinirxînin.

“Bihara Ereban”, ku di sala 2010an de dest pê kiribû li Sûriyê h cihê aloziyê ye. Emerîka, Rûsya, Tirkiye, Îran û gelek dewletên din rasterast yan jî neyekser bi hebûna xwe li herêmê ne. Di demên dawî de Tirkiye di nav aktorên herêmê de ber bi tenêmayînê ve diçe, Tirkiye dixwaze li ser 900 km sînorên Sûriyê asayîşekê dabîn bike. Di vê çarçoveyê de jî diyar dike ku ew li ser sînorên xwe hebûna DAIŞ, YPG û Rejima Esed naxwaze, amanca Tirkiyê li Sûriyê çi ye?

Pisporê Siyaseta Derve Oytun Orhan, mijarê wiha dinirxîne: “Niha bi yekcarî cih li Tirkiyê teng bûye, ji kontrolkirinê zêdetir di nav xweparastinekê de ye, nîgeraniya ewlehiyê heye ji ber ku Emerîka û Rûsya ligel Tirkiyê tevnagerin. Tirkiye Li Sûriyê, rejîmeke Sunnî û Turkmenan dixwaze ku sînor bo wan nebe cihê metirsiyê.”

Ji destpêka aloziya li herêmê heta niha li ser politikaya Tirkiyê ya li Sûriyê îdiayek girîng her tim xwe parast. Di sala 2012an de Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan, bingeha wan egeran bi gotinên xwe yên wek “Di nêzîktîrîn dem de em ê biçin Şamê û di Mizgefta Emewî de nimêjê bikin” dani. Di nav Tirkiyê de jî li derve jî egera ku Tirkiye dixwaze sînorên xwe berfireh bike her tim hat axaftin.

Lêkolîner Can Acun li dijî wan îdiayan derdikeve û herwiha helwêsta Tirkiyê ya li herêmê wekî “hewla mirovahiyê” bi nav dike: “Tirkiye, beriya bi 5 salan ji ber zilma Esed a li ser xelkê Sûriyê aciz bû, heta niha jî ew helwêst parast. Tirkiye nikare li hemberî zilmê bêdeng bimîne, di destpêkê de dewletên din jî wek Tirkiyê difikirîn lê belê paşê helwesta xwe guhertin û Tirkiye bi tenê hiştin.”

Li Tirkiyê heta niha her çend vîna siyasî bi germahî operasyona li ser Sûriyê pêşwazî dikir jî artêşê xwe dûrî vê fikrê digirt. Di kûlîsên Enqerê de tê axaftin ku piştî teqîna Enqerê-ku rasterast bo ser Sererkaniya Giştî pêk hat-helwesta artêşê jî ber bi germbûnê ve guheriye.