HSD kargehekî çêkirina mayînan kontirol kir

Di 16ê vê mehê de, HSD dest bi rizgarkirina bajarokê Şedadê û gundên bi ser ve kir bû, ew bajarok di 19ê vêmehê de hate rizgarkirin, niha HSD di pêşkeftinên xwe de ne, li ser rizgarkirina navçeyan berdewa min.

K24-Hesekê

Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ragehand ku, şervanên wan kargeheke çêkirina bombeyan li di nav kompaniyeke petrolê li bajarokê Şedadê kontirol kir.

Derbarê dîtina wê kargehê ji aliyê HSD ve, Navenda ragehandinê ya Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) daxuyaniyek belav kir, tê de, tekez kir ku, wan kargeha çêkirina mayînan ya DAIŞê li bajarokê Şedadê kontirol kir.

Ji aliyê xwe ve jî Berdevkê Hêza Sûriya ya Demokratîk(HSD) Telal Silo ji K24ê re, ew nûçeyayê behsa wê yekê dikirin ku, 30 çekdarê HSD ji aliyê DAIŞê hatine êxsîrkirin redkir. Da zanîn ku, ew li ser rizgarkirina hemû navçeyên dibin destê DAIŞê de berdewam in.