"Divê hikûmeta Tirkiyê şerê dijî gelê Kurd rawestîne"

Bang li welatên Ewropayê û dewletên cîhanê hat kirin ku, firotina çekan bo Tirkiyê bê rawestandin û hevpeyamniyên bi Tirkiyeyê re jî bên betal kirin.

K24 - Diyarbekir

Şanda ku ji nûnerên partiyên çep yên welatên Ewropayê pêk dihat, hefteya borî serdana Bakurê Kurdistanê kiribûn û ligel partî û rêxistinên sivîl hevdîtin kiribûn û piştgiriya xwe bo Kurdan ragihandibûn. Kongreya Civaka Demoratîk (KCD) jî encamnameya ku ligel wê şandê amade kirine bi raya giştî re parve kir.

Di encamnameyê de hat diyar kirin ku, li Bakurê Kurdistanê, di şer û aloziyan de sivîl tên kuştin û yasayên navdewletî tên binpê kirin. Bang li welatên Ewropayê û dewletên cîhanê hat kirin ku, firotina çekan bo Tirkiyê bê rawestandin û hevpeyamniyên bi Tirkiyeyê re jî bên betal kirin.

Hat diyarkrin ku bi çekên NATOyê û tankên Elmanyayê kuştina sivîlan nayê qebûl kirin. Bang li hikûmeta Tirkiyê jî hat kirin ku şerê li dijî gelê Kurd hem li Bakurê Kurdistanê û hem jî li Rojavayê Kurdistanê rawestîne û mafên Kurdan ên rewa nas bike û bi destûrê misoger bike.