Li cîhanê herî zêde Amerîka û Rûsya çek difiroşin

Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê ragihand ku di nav 5 salên dawî de li Rojhilata Navîn firotina çekên giran ji sedî 61 zêde bûye. Amerîka di rêza yekem de cih digire ku herî zêde çek firotiye welatên derve.

K24 – Stanbol

Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê ragihand ku di nav 5 salên dawî de li Rojhilata Navîn firotina çekên giran ji sedî 61 zêde bûye. Amerîka di rêza yekem de cih digire ku herî zêde çek firotiye welatên derve.

Bazirganiya çekan a navneteweyî di heyama 2011-2015an de li gor salên 2006-2010an ji sedî 14 zêdetir bûye. Firotina çekan bêhtir ji bo welatên li Afrîqa, Asya, Okyanusya û Rojhilata Navîn çê bûye. 

Ji sedî 74ê berhema çekan a navneteweyî ji aliyê welatên Amerîka, Rusya, Çîn, Fransa û Almanyayê ve pêk hatiye. Di nav 5 salên dawîn de di navbera Îran û Tirkiyê de firotina çekan ji sedî 61 zêde bûye.

Bi rêjeya ji sedî 14 di nav welatan de herî zêde Hîndîstan ji derva çek stendiye. 

Di rêza duduyan de Erebîstana Siudiyê di rêza sisiyan de Çîn hene ku zêdetirîn çek ji welatên derve stendine.  

Rêvebira Bernameya Xerckirinên Leşkerî û Çekê Dr. Aude Fleurant da zanîn ku Amerîka di nav 5 salan de ji 96 welatên cuda re çekên mezin firotiye û bexş kiriye û hinek kelûpelên leşkerî wek firokeyên şer ên 611 F-35 ji bo 9 dewletan amade dike.

Amerîkayê ku di firotina çekan de di rêza yekem de cih digire herî zêde ji Erebîstana Siudî, Mîrên Yekbûyî yên Ereb û Tirkiyê re çek firotiye. 

Piştî Amerîkayê, herî zêde Rûsya ji welatan re çek firotiye. Tirkiye jî di îxracata çekan de di rêza 16an de cih digire.