Di firotina çekan de Emerîka û Rûsya pêşeng in

Enstîtuya Lêkolînên Aştî ya Navneteweyî ya Stockholmê ragihand ku di nav 5 salên dawî de li Rojhilata Navîn firotina çekên giran ji sedî 61 zêde bûye.

K24 – Stenbol

Enstîtuya Lêkolînên Aştî ya Navneteweyî ya Stockholmê ragihand ku di nav 5 salên dawî de li Rojhilata Navîn firotina çekên giran ji sedî 61 zêde bûye. Amerîka di rêza yekem de cih digire ku herî zêde çek firotiye welatên derve.

Bazirganiya çekan a navneteweyî di heyama 2011-2015an de li gor salên 2006-2010an ji sedî 14 zêdetir bûye. Firotina çekan bêhtir ji bo welatên li Efrîqa, Asya, Okyanusya û Rojhilata Navîn çêbûye.

Ji%74ê îxracata çekan a navneteweyî ji aliyê welatên Amerîka, Rusya, Çîn, Fransa û Almanyayê ve pêk hatiye. Di nav 5 salên dawîn de di navbera Îran û Tirkiyê de firotina çekna ji sedî 61 zêde bûye.

Bi rêjeya ji sedî 14 di nav welatan de herî zêde Hîndîstan ji derva çek stendiye. Di rêza diduyan de Erebîstana Siudî û di rêza sisiyan de Çîn heye ku zêdetirîn çek ji welatên derve stendine. 

Rêvebira Bernameya Xerckirinên Leşkerî û Çekan Dr. Aude Fleurant da zanîn ku Emerîka di nav 5 salan de bo 96 welatên cuda çekên giran firotine û bexş kiriye û hinek kelûpelên leşkerî wek balafirên şer ên 611 F-35 ji bo 9 dewletan amade dike.

Emerîka ku di firotina çekan de di rêza yekem de cih digire herî zêde çek firotine Erebîstana Siudî, Mîrekiyên Yekbûyî yên Ereb û Tirkiyê. Piştî Emerîkayê, herî zêde Rûsya çek firotine welatan. Tirkiye jî di hinardekirina çekan de di rêza 16an de cih digire.