Amerîka derbarê Sûriyê de hişyariyê dide

Wezîrê Derve yê Amerîkayê hişyariyê dide her kesê ku rêkeftina agirbestê li Sûriyê binpê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê hişyariyê dide her kesê ku rêkeftina agirbestê li Sûriyê binpê bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, îro ragehand ku, dê şaşbûneke mezin be ji Rûsya û her aliyê ku rêkeftina li Sûriyê hatiye ragihandin, binpê bike.

Kerry ji Komîta Pêwendiyan ya Encûmena Rîsipiyên Amerîkayê re got: “Her kesê ku di baweriya wî de be ku, ji cezayê dê parastî be, şaşîtiyeke mezin dike.”

Duh, Amerîka û Rûsyayê li ser ragihandina agirbestekê li Sûriyê lihev kiribûn, ku dê roja 27ê Sibatê têkeve warê cîbicîkirinê de.

Ev agirbest dê ji aliyê grûpên opozîsyona Sûriyê û rejîmê ve were cîbicîkirin, her yek ji Eniya el-Nusrayê û DAIŞê jî li xwe nagire.