Amerîka: Zor e Sûriyê yekgirtî bimîne

Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi eşkere dibêje, derbarê Sûriyê de, dibe ku ti bijarde li pêş Amerîka nemaye ji billî perçebûnê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi eşkere dibêje, derbarê Sûriyê de, dibe ku ti bijarde li pêş Amerîka nemaye ji billî perçebûnê.

Amerîka û Rûsyayê li ser ragihandina agirbestekê li Sûriyê lihev kiribûn, biryar e roja 27ê Sibatê têkeve warê cîbicîkirinê. Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry jî hişyarî da her kesê ku rêkeftina agirbestê li Sûriyê binpê bike dê were cezakirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerrry, li pêş Komîta Pêwendiyan ya Encûmena Rîsipiyên Amerîkayê got: “Şaşbûneke mezin e, kî bifikire ku ti bijardeyên din li pêş Serok Obama tune ne. Heger şer demeke dirêj bike, zor e Sûriyê yekgirtî bimîne.”

Ev agirbest dê ji aliyê grûpên opozîsyona Sûriyê û rejîmê ve were cîbicîkirin, her yek ji Eniya el-Nusrayê û DAIŞê jî li xwe nagire.  Opozîsyona Sûriyê dibêje, gelek asteng li pêş cibicîkirina vê rêkeftinê hene, ji ber ku gelek mîlîşyat li Sûriyê hene şer dikin.

Ji aliyê xwe ve jî, endamê Nûneratiya kantonên Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê, Hoşeng Derwêş ragehand ku, Hêza Sûriyê ya Demokratîk (HSD) pabendiyê bi agirbesta li Sûriyê nabe, ji ber ku ew şerê DAIŞê dike û dê berdewam be di şer de.

Ji mehekê de jî, Artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsî, gundên El- li bakurê Helebê yên di bin kontrola opozîsyonê de, bi tundî bombebaran dike.