Rûsya navendeke çavdêriya agirbestê li Sûriyê vedike

Wezareta Bergîriyê yê Rûsyayê navendeke çavdêriya agirbesta li Sûriyê û gihandina alîkariyên mirovî li firokxaneya Himêmîm vedike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê yê Rûsyayê navendeke çavdêriya agirbesta li Sûriyê û gihandina alîkariyên mirovî li firokxaneya Himêmîm vedike.

Berdevkê Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê Îgor Konaçînkov ragihand ku, welatê wî navendeke vekolînan bo asankirina hevrêziyê di navbera aliyên nakok li firokxaneya Himêmîm ya laziqiyê vekiriye, herwiha bo çavdêriya agirbestê û gihandina alîkariyên mirovî.

Herwiha Konaçînkov got jî: “Opozîsyona Sûrî ya pabendî agirbestê bûye, dikare pêwendiyê bi riya telefonê ligel wê navendê bike.”

Di 30ê Îlona 2015an de Rûsyayê dest bi operasyonên xwe yên li Sûriyê kir, ev yeke jî bû cihê nerazîbûna welatên Rojava û Amerîkayê û dibêjin ku êrîşên Rûsya ji sedî 94 li dijî opozîsyonê ne, ne li dijî DAIŞê ne.

Roja 23ê Sibatê di navbera Amerîka û Rûsyayê de agirbest li Sûriyê hate ragihandin, biryar e di 27ê Sibatê têkeve ware cibicîkirinê. Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry jî hişyarî da her kesê ku rêkeftina agirbestê li Sûriyê binpê bike, dê were cezakirin.