Parêzgeha Kerkûkê 11 milyar Dînaran qerdare.

Li gor aivtinên Şaredarîya Kerkûkê, rêveberîya Parêzgeha Kerkûkê 11 milyar Dînaran qerdarê wan kompanyayane ku bajarî pakij dikin û 98% ji pirojeyên bajarî hatine ragirtin.

K24- Hewlêr:

Li gor aivtinên Şaredarîya Kerkûkê, rêveberîya Parêzgeha Kerkûkê 11 milyar Dînaran  qerdarê wan kompanyayane ku bajarî pakij dikin û 98%  ji pirojeyên bajarî hatine ragirtin.

Di çavpêkevtinekê de bo Kurdistan24,  cêgirê Rêveberê Şaredarîya Kerkûkê Hatem Mûsa, ragehand:  Bi egera kelekebûna wan qeran, niha rêjeya wan qeran gehiştye nêzîkî 11 milyar Dînaran. Ev qerên hanê li pereya petrodollarê didin kompanyayên pakijkirna Bajarî.

Zêdetir ji salekêye pereyên kompanyayên pakijkirina bajarê Kerkûkê nedane û hinek kompanyayan  jî karên xwe ragirtine û girêbestên kompanyayan jî rasterast li gel parêzgarê Kerkûkê hatine encamdan.

Rêveberîya Kerkûkê , piştî birayarday li nexweşxaneyan pere ji hevwelatîyan biwergire, pêngavan bo wê yekê jî dihavêje ku, li hember wan xizmetguzarîyên pêşkeşê hevwelatîyan dike, pereyan biwergire. Ankû pêngava dûv re pere wergirtina mehaneye li hember pakijkirina gilêşê Bajarî. Bîyanîya brpirsên rêvebrîya Kerkûkê bo evê karê ewe ku, tengijeya darayîyê kevtîye di bajarî de û wan pêdivî bi harîkarîya xelkêyene.

Endama Civata Parêzgeha Kerkûkê, Nesrîn Wehab, dibêje:  Xuyaye barek giran kevtîye ser milên hevwelatîyan , em wek Civata Parêzgehê, her bargiranîyeka din bo ser hevwelatîan red dikin.

Dû sale ti pere ji alîyê hikumeta  Navendîya Îraqê ve negihaye Hikumeta xwecêya Kerkûkê. Parêzgarê Kerkûkê di seredana xweya dawîyê de bo Bexdayê daxwaz kir alîkarîya darayîya Bajarî bihê kirin.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b1f3bff1-bc7d-4cde-a484-b3ccbdf61a73/kerkuk%20zbl%20u%20xashak.ism/manifest