Di 5 mehande li Sûriyê 865 çekdarên Hizbulah hatine kuştin

Wek tê zanîn ku, Hizbulah bi serokatiya Hesen Nesrulah piştevaniya rejîma Sûriyê dike û di şerê wê li gel opozîsyona Sûriyê de beşdare û heta niha bi sedan çekdarên wê di şrê li Sûriyê de hatine kuştin.

K24- Navenda Nûçeyan

Peymangeha Washingtonê ya Lîkolînan ragehand ku, hijmara çekdarên Hizibulah a Libinanê ku, li Sûriyê hatine kuştin di hundirê 5 mehan de giheştiye 865 çekdar.

Derbarê vê mijarê de Peymangeha Washingtonê ya Lîkolînan daxuyaniyek belav kir, tê de rêjeya çekdarên Hizibulah ya Libnanî yên ku li Sûriyê hatine kuştin aşkere kir, li gor daxuyaniyê di hundirê 5 mehan de, 865 çekdar ji Hizbulah li Sûriyê hatine kuştin.

Li gor zanyariyên paymangehê, ew rêjeya kuştiyên çekdarên Hizbulah li ser bingeha malperên Îranê hatine belav kirin, neku li ser malperên Hizbula in. Da zanîn ku rêje di zêdebûnê de ye.