Li Tirkiye û Kurdistanê vîrûsa “Tebeqê” belav dibe

Ev nexweşî di serî de li bajarên Bakurê Kurdistanê, li hemû Tirkiyê belav bûye.
author_image Vural Erişmiş

K24 - Enqere

Li Tirkiyê ji ber Vîrûsa Tebeqê ya di nav ajalan de her diçe dibe serêşiyeke mezin. Ev nexweşî di serî de li bajarên Bakurê Kurdistanê,  li hemû Tirkiyê belav bûye. Ji ber vê nexweşiya tebeqê bazara ajalan di metirsiyeke mezin de ye.

Vîrûsa tebeqê ya li bajarên Bakurê Kurdistanê bandoreke neyênî li danûstandina ajalan kiriye. Veberhênerên li bajarên Tirkiyê û Kurdistanê nêrînên xwe ji Kurdistan 24ê re anîn ziman. 

Serokê Yekîtiya Pezê Tovî yê Enqerê û hilberîner Hasan Kilinç amaje bi wê yekê kirin ku çareseriya vê vîrûsê nîne lê belê dermanên ku têne bikar anîn karîgeriya nexweşiyê kêmtir dike.

Hasan Kilinç ji Kurdistan24ê re wiha axifî: “Bêguman vê vîrûsê bandorek mezin li bajarê Enqerê nekir, lê li gelek bajaran bazarên ajelan hatin girtin. Herî dawî bazara ajalan ya Çubukê jî, ji ber vê nexweşiyê hat girtin.” 

Ajelvan û veberhênerên bajarên Bakurê Kurdistanê derbarê vê nexweşiya giran a sewalan de tedbir wergirtine, lê di heman demê de di çarçoveya hilnegirtina bergiriyên demildest de jî pêkhatina encamên neyînî bi bîr dixin.

Ajelvan Omer Ekîncî di vê derbarê de wiha dibêje: “Em li vir karê ajaldariyê dikin. Çend roj  berî niha nexweşiyek derket. Ji ber vê nexweşiyê rayedar hatin gund û ajal ji ber vîrûsê derzî kirin. Helbet me jî tedbîrên xwe wergirtin û me axurên xwe derman bêmîkrop kirin.” 

Li ser heman mijarê ajelvan Abbas Bagiş nerîna xwe wiha tîne ziman: “Bi vê nexweşiya tebeqê devê ajalan birîndar dibe. Ajal nikarin biçêrin. Ji bilî vê yekê ev nexweşî di nav ajalan de bilez belav dibe. Dema ajalek nexweş dikeve hemû ajal pê nexweş dikevin. Bi vê nexweşiyê keda deh salan di derbekê de bi avê de diçe.”

Herwiha di dawiya sala 2015an de hejmara dewaran 14 milyon û 731 û ya pezan jî 44 milyon û 672 bûn. Lê belê li gorî ahagiyên dawî heta niha ji aliyê Înstîtûya Tebeqê ve ji bo nexweşiya van sewalan tenê 4 milyon û 600 hezar derman hatine belav kirin.