Kerry: Divê em spasiya Kurdan bikin

Di dema borî de, Amerîkayê biqasî 65 milyon dolar çek ji Pêşmergeyan re şandiye.

K24- Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Amerîka, John Kerry diyar kir ku, divê spasiya Kurdan were kirin. Eşkere kir jî ku wan biqasî 65 milyon dolarana çek ji Pêşmergeyan re şandiye.
Johên Kerry derbarê rola hêzên Kurd bi giştî di şerê li dijî DAIŞê de got: “Bi rastî Kurdan bi başî şerê DAIŞê kirine, pêwîst e em spasiya hêzên Kurdî û Hêzên Pêşmerge bikin.”
Herwiha Kerry anî ziman ku “heta niha ji ber yasayên Bexdayê û yasayên navdewletî, me nikariye bi awayekî rasterast çekan ji Kurdan re bişînin, lê me alîkariyên ji bo Pêşmergeyan gelek zêdetir kirine.”
Li gor ku Kerry eşkere kiriye, di heyama borî de Amerîkayê biqasî 65 milyon dolar çek û teqemenî ji Hêzên Pêşmerge re şandiye, tekez kir jî ku dê ew alîkarî berdewam bin.