Rûsya nexşeya rewşa meydanî ya Sûriyê radestî Amerîkayê kir

Berî niha Her yek ji Amerîka û Rûsyayê li ser ragihandina agirbestekê li Sûriyê lihev kiribûn, ku dê roja 27ê Sibatê têkeve warê cîbicîkirinê de

K24-Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya hemahingiya cîbecîkirina agrbesta li Sûriyê, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê nexşeya rewşa meydanî ya wî welatî radestî balyozxaneya Amerîkayê kir.

Derbarê radestkirina nexşeya rewşa meydanî ji aliyê Rûsyayê ve, ajansa fermî ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir,ku Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di çarçoveya havkariya her du welatan di cîbecîkirina agirbesta li Sûriyê nexşeya rewşa meyîdanî ya wî welatî radestî balyozxaneya Amerîka li Rûsyayê kir.

Di daxuyaniyê de hatibû jî ku, agrbest navçeyên DAIŞê û Cebhet El-Nûsrayê li xwe nagre.

Berî niha Her yek ji Amerîka û Rûsyayê li ser ragihandina agirbestekê li Sûriyê lihev kiribûn, ku dê roja 27ê Sibatê têkeve warê cîbicîkirinê de.Ji aliyê xwe ve jî Serokê Itîlafa Sûriyê Xalid Xoce da zanîn ku, dema wê agirbestê du heftî ne, dibe ku were dirêjkirin.