Nakokiyên navbera partiyên siyasî yên Başûr berdewam in

Fuad Husên ragihand ku li ser civîna parlamentoyê Komîteya Aktîfkirina Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê ligel Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê careke din negehiştine rêkeftinê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/51ce12e4-df12-4af0-813b-1d939360816c/Fwad%20hussen.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragihand ku li ser civîna parlamentoyê Komîteya Aktîfkirina Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê ligel Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê careke din negehiştine rêkeftinê.

Derbarê mijarê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hûsên ji Kurdistan24ê re axifî û got: "Ew komîte ji bo wê yekê hat damezrandin bi taybetî daku ligel du hêzên siyasî Tevgera Goran û Komela Îslamî bicive, komîte ligel wan çend caran civiya, lê heta niha hinek mercên wan herdu hêzên hene û negehiştin biryarekê ku Parlamentoya Kurdistanê careke din bicive."

Ev nakokiya han di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê di rewşeke hestyar re derbas dibe û xelkê Kurdistanê dixwazin hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi gotûbêjê pirsgirêkên navxweyê çareser bikin û Herêma Kurdistanê ji her metirsiyekê biparêzin ku li navçeyê heye.

Komîteya Aktîfkirina Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê ku di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ligel aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê biryara pêkanîna wê hat dayîn, di destpêka vê mehê de dest bi civînên xwe kir û ji xeynî wergirtina pêşniyar û nerînan ligel Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê civiya ye.