Li Diyarbekirê lewheyên bi Kurdî hatin danîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li nava bajêr lewheyên Kurdî yên nîşandana cih û aliyên rê danîn. Lewheyên Kurdî bala xelkê dikşîne û kêfwa wan jê re tê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/63d1a966-01a4-4208-8e1a-4ddabb588ce0/LiNavaBajerLewheyenKurdiHatinDaliqandin.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li nava bajêr lewheyên Kurdî yên nîşandana cih û aliyan ên rê danîn. Herwiha dê şaredarî di îsal de li ser 500 kîlometre rê lewheyên cur bi cur yên trafîqê bi pirzimanî daliqîne. Lewheyên Kurdî bala xelkê dikşîne û kêfwa wan jê re tê.

Balafirgeh..Cadeya Nazim Hîkmet..Riha û Mêrdîn.. Ev nav li ser lewheyên destnîşankirina rê û aliyan yên ku li nav bajarê Diyarbekirê hatine daliqandin, hatine nivîsandin. Li Bêjêr, ji sala 2015an ve xebatên lewheyên Kurdî berdewam dike. Serokê Daîreya Veguhestinê  Hîkmet Altug, pêşengiya vê xebatê dike. Altug dibêje, heta niha lewheyên 950 gundên derdora Diyarbekirê jî bi Kirmancî, Zazakî, Ermenkî û Erebî nivîsandine û li ser rêyên gundan bicih kirine.

Serokê Daîreya Veguhestina Şaredariya Diyarbekirê Hîkmet Altug ji Kurdistan24ê re got: “Ne ji bo Herêma Kurdistanê tenê; ji bo Tirkiyê jî ev karekî pîroz e. Li Kurdistanê ji bo hêsaniyê me ev lewhe bikaranîn. Em pê pir kêfxweş in, xelk ji kêfxweşiya xwe ji me re tîne ziman.”

Rayedarên şaredariyê dibêjin, çawa li herêmên geştyarî yên Tirkiyê, lewheyên bi zimanê Îngîlîzî jî hene, li bajarên Bakur jî hebûna lewheyên Kurdî divê hebin û ew yek jiyana xelkê bajêr hêsantir dike. Xaltika Hewa û Xalê Mihemed Salih, li ser peyarêyê neviya xwe digerînin. Lewheyên bi Kurdî bala wan jî kişandiye û dibêjin ew ji vê xizmeta Kurdî pir kêfxweş bûne.

Hewa Xanim wiha dibêje: “Wile kêfa me ji vê xebatê re tê,  dema em xebatên bi zimanê xwe dibînin kêfa me tê. Em jî dixwazin dinya xweş bibe û êdî insan neyên kuştin.”

Ji ber ku zimanê Kurdî li Tirkiyê ne zimanê perwerdeyê bû xelk jî bi qasî Kurdî bi Tirkî jî diaxive û heta carna Kurdiyeke qels ku jê dibêjin ‘Tirkmancî’ jî bikar tînin. Hinek saziyên sivîl û şaredarî hewl didin ku di jiyana rojane de zimanê Kurdî bi awayeke zelal û fesîh di hemû aliyên jiyanê de were bikaranîn. Ji ber vê yekê nivîsandina lewheyên Kurdî dibe wesîleya hişyariyeke hişmendî jî.

Li Diyarbekirê lewheyên bi Kurdî hatin danîn
Li Diyarbekirê lewheyên bi Kurdî hatin danîn
Li Diyarbekirê lewheyên bi Kurdî hatin danîn
Li Diyarbekirê lewheyên bi Kurdî hatin danîn
Li Diyarbekirê lewheyên bi Kurdî hatin danîn
Li Diyarbekirê lewheyên bi Kurdî hatin danîn