Polîtîkaya derve ya AKPê tê rexne kirin

Partiyên opozîsyonê yên Tirkiyê bi taybetî rexne li siyaseta AKPê ya li ser Suriyê girtin ku ew di ser PYDê re dimeşîne.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8a180773-9122-447a-9817-f811028876d2/AKPPolitikaDerve.ism/manifest

K24 - Enqere

Polîtîkaya derve ya hikûmeta AKPê bû yek ji mijarên sereke yên rojeva Parlamentoya Tirkiyê. Partiyên opozîsyonê bi taybetî rexne li siyaseta AKPê ya li ser Suriyê girtin ku ew di ser PYDê re dimeşîne.

Li Parlamentoya Tirkiyê helwêsta AKPê ya derbarê rûdanên li Suriyê de bû yek ji mijarên sereke yên rojeva Tirkiyê. Berdevkên partiyên opozîsyonê amaje bi wê yekê kirin ku şerê navxweyî yê li Suriyê êdî gehiştiye sînorên Tirkiyê. Herwiha gotin ku hikûmeta AKPê, bi hincêta PYD hewl dide ku li Sûriyê xap û xîpên şaş û xeternak pêk bîne. Hat îdia kirin ku ji ber wê siyaseta xelet ya derve Tirkiye tenê maye. 

Derbarê mijarê de Cîgirê Serokê MHP Emîn Haluk Ayhan got: “Ew alozîya dijwar ku qonax bi qonax Rojhilata Navîn vedigire, xeletî û ladanên hikûmeta AKPê yên di siyaseta derve de, kiriye ku şer û nexweşiya li welatên cîranên Tirkiyê bigihêje nav wê.”

Li aliyê din amaje bi wê yekê hate kirin ku di warê pêşbînî û prensîbên di warê polîtîkaya derve û stratejiyên neteweyî yên vî warî de, Tirkiye gelek lawaz bûye.

Endamê Encûmena CHP Orhan Saribal jî wiha axifî: “Ma mimkun e mirov nebîne ku Emerîka û Rûsya û endamên Yekîtiya Ewropayê ango welatên serdest li Rojhilata Navîn modeleke çawa dixwazin û di vê modelê de roleke çawa dispêrin Tirkiyê? Lê hikumeta AKPê bîra vê yekê nabe.”

Di wan axaftinan de ku li Parlamentoya Tirkiyê hatin kirin, amaje bi wê yekê hat kirin ku AKP siyaseteke hemasî dimeşîne û berê Tirkiyê dide macerayan. Herwiha hat gotin ku divê naveroka wê peymanê ku Tirkiyê bi Erebîstana Siudî re girê daye, bê eşkerekirin û maliyeta vê siyasetê ya li ser siyaseta derve û asayîşa Tirkiyê bê diyar kirin.