Tirkiye derbarê koçberiya neyasayî de çi dike?

Li Tirkiyê 3 milyon penaber dijîn. Ji wan 422 hezar û 900 kes yaseyî li Tirkiyê dijîn. Lê belê 33 hezar û 202 kes jî bi rêyên neyaseyî li Tirkiyê bi cih bûne. Ji bo vê yeke jî li Tirkiyê Rêveberiya Koçberiyê hat ava kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9003d48d-ba92-4a0a-94d3-a4a975be767b/KochaNeyaseyi.ism/manifest

K24 - Enqere

Tirkiye di qada cihanê de welatê 3mîn e ku herî zêde koçberan werdigire.  Ji van koçberan hinek bi rêyên yaseyî yên mayî jî neyaseyî koç dikin. Tirkiye ji bo ewlehî û bergiriyan dest bi kiryarên nû dike û derbarê vê yekê de saziyan ava dike.

Li Tirkiyê 3 milyon penaber dijîn. Ji wan 422 hezar û 900 kes yaseyî li Tirkiyê dijîn. Lê belê 33 hezar û 202 kes jî bi rêyên neyaseyî li Tirkiyê bi cih bûne. Ji bo vê yeke jî li Tirkiyê Rêveberiya Koçberiyê hat ava kirin.

Parezêr û Seroka Komîsyona Penaberan a Baroyê Ceylan Tanriverdî diyar kir ku dema kesek ji sînor derbas bibe ev rêveberî bi wan re têkîldar dibe û got: "Welatiyên Suriyeyî ku ji sînor derbas dibin, dikarin daxwaza parastina navneteweyî jî bikin. Yan jî dikarin behsa rewşa welatên xwe yên ne-ewle bikin û daxwaza jiyana li welatekî din jî bikin. Di bin perpirsiyariya walîtiyê de, li gorî yaseya 6458an ya Rêveberiya Koçberiyê ev penaber dikarin di heman demê de li Tirkiyê jî bi cîh bibin."

Dema ku penaber ji sinor bi rêyên neyaseyî derbas dibin, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve têne binçav kirin. Li Tirkiyê di 5 salên dawî de 50 hezar koçberên ku bi rêya neyaseyî derbasî Tirkiyê bûne hatine binçav kirin. Di sala 2015an de jî 146 hezar û 485 kes hatine binçav kirin. Ji wan penaberên ku hatine binçav kirin ji sedî 50 Sûriyeyî, ji sedî 24 Efganî,  ji sedî 4 jî Iraqî ne û ji sedî 14 jî Îranî ne.

Parezêrê Mafên Mirovan Salih Efe jî bo Kurdistan24ê da zanîn ku li Tirkiyê derbarê koça neyasayî de reformek pêk hatiye û qanûnên di vê çarçoveyê de jî hatine vegûhêstin: "Di nava Tirkiyê û Ewropayê de ji bo vê yekê hevkariyek heye.  Her du alî jî peymana “Şûnde Qebûlkirinê” îmze kirin. Lê belê dîsa jî dersînor kirin her berdewam e. Ji bo penaberan di navbera Tirkiye û Ewropa de warên jiyanê hatin dabîn kirin. Lê belê ev cîh ji bo dersînorkirinê têne bikaranîn."

Li gorî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, ji ber bûyerên terorê di sînoran de bergiriyên ewlehiyê her diçe zêdetir dibin. Herwiha Tirkiyê di salên dawîn de 3 hezar û 140 kes dersînor kirine. Ji aliyê din ve nûnerên saziyên mafên mirovan jî bibîr dixin ku pêwist e Tirkiye û Ewropa penaberan dersînor nekin û divê Ewropa destûrê bide penaberan ku derbasî welatên wan jî bibin.

Parêzer Salih Efe