Davutoglu: Tirkiye pêbendê agirbesta li Sûriyê nabe

Amerîka û Rûsyayê li ser ragihandina agirbestekê li Sûriyê lihev kiribûn, ku dê roja 27ê Sibatê têkeve warê cîbicîkirinê

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu ragehand ku, welatê wî bi agirbesta li Sûriyê ne pabende eger metirsî li ser ewlehiya welatê wî hebe.

Derbarê helwesta Tirkiyê ji agirbesta ku li Sûriyê hatî ragehandin Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu îro, bi awayeke zindî li ser kenala "CNN Turk" wiha got: "Em bi agirbesta ku metirsiyê li ser ewlehiya Tirkiyê bike ne pabendin, eger pêwîst bû wê demê em dê tedabîrê xwe derbarê YPGê û DAIŞê de bikin."

Davutoglu da zanîn ku, Enqera take cihe ku tê de biryar li ser tevgera ewlehiya Tirkiyê werin standin. Amerîka û Rûsyayê li ser ragihandina agirbestekê li Sûriyê lihev kiribûn, ku dê roja 27ê Sibatê têkeve warê cîbicîkirinê.