Malpera Tirşik bo Kurdan platformeke înteraktîf e

Li ser înternetê malperên cur bi cur yên bi zimanê Kurdî hene. Yek ji van li Bakurê Kurdistanê ji aliyê ciwanên dildar ve bi navê ‘tirşik‘ platformek înteraktîf hat vekirin.

Gonul Gun / K24 - Stenbol

Li ser înternetê malperên cur bi cur yên bi zimanê Kurdî hene. Yek ji  van li Bakurê Kurdistanê ji aliyê ciwanên dildar ve bi navê ‘tirşik‘ platformek înteraktîf hat vekirin. Divê malperê de li ser hemû babet û bûyerên ku Kurdan eleqadar dike rexne, şîrove, henek û gotin hene.

Zimanê Kurdî ji ber rewşa Kurdan gelek caran wek zimanekî polîtîk tê fam kirin. Herwiha Kurd înternetê zêdetir bi zimanê serdestan bikartînin. Tevî van yekan, Li Bakurê Kurdistanê, komek ciwanên dildar xwestin qada bikaranîna zimanê Kurdî rengîn û berfirehtir bikin. Ev kom, malperek bi navê ‘tirsik ‘bi taybetmendiyên rexneyî, ramanî û şîrove/yî ava kirin.

Yek jî berpirsê malpera tirsikê Serhat Avcı diyar dike ku çawa dixwarina tirşikê de gelek tişt hene, civaka Kurdan jî cur bi cur e û wan xwest bi vê  nêrînê, navê malperê jî bikin tirşik: “Armanca tirşikê ev bû ku Kurd li ser înternetê hem bigihin hev hem jî bi zimanê xwe rojeva xwe ew bûxwe diyar bikin. Armanca sereke ji bo tirşikê ev bû.”

Hezar û 400 nivîskar, di tirşikê de dinivîsin. Tê gotin ku di malperê de, ji weşanên Ronahî û Hawarê bigrin bi qasî 5 hezar dokumanter jî heye. Ji aliyekê dinê di malperê de, pirani yên niviskaran ji Bakurê Kurdistanê ne, lê belê ji perçeyên din jî nivîskar hene. Her çiqas jin di navsepandinên malperê de ciheke hindik bigrin jî jinên heyî jî çalak in.

Berpirsê tirşikê balê dikşîne ser nîviskaran û dibêje ji Kurdên ku li Almanyayê dijîn bigre heta Kurdên ku li Koreya Başûr dijîn, di malperê de dinivîsin: “Gotina min a dawî ev e ku bila herkes xwedî li tirşikê derbikeve. Ji ber ku di tirşikê de ji gelek deveran kurd hene.“

Malper, bi zaravayên kurmancî û dimilkî (-zazakî ) karê xwe dike. Her wisa danasîna fîlm û pirtûkan jî li vir tê kirin. Berpirsê Malpera tirsikê amaje dike ku ji bilî heqeretên li dijî kesan, sansur bi tu awayê naye kirin û tirşik platformek e azad e.