Roja Şemiyê wê agirbest li Sûriyê dest pê bike

Ji sala 2011 ve kirîza Sûriyê dest pê kirye, heta niha nêzîkî 275 hezar kes ji wî welatî hatine kuştin, ûbi milyonan jî di nav û derveyî wî welatî de koçber bûne.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/dada767d-1229-45a6-b0a2-eeec89fb4b5d/Syria%20agrbast.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Agirbesta li Sûriyê, roja şemiyê dê dikeve ware cîbecîkirinê de, opozîsyona Sûriyê razîbûna xwe li ser wê agirbestê bi merecê ku, ev agirbest di bin çavdêriya aliyên Navdewletî de qebûl kir.

Berî niha her yek ji Amerîkayê û Rûsyayê, di kongreya welatên pişteviya Sûriyê beyamnameyk derbarê rawestandina şer li Sûriyê belav kirbûn, agirbest deverên dibin destê Cebhet El-nûsrayê û rêxistina DAIŞê ve nagre.

Yek ji xalên agirbestê aliyên ku vê agirbestê cîbecî bikin divê di danûstandinên siyasî yê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de jî beşdar bibin. Ji aliyê xwe ve NY daxwaz ji hemû aliyan kir ku pabendiyê bi agirbestê bikin.

Berî niha Nûnerê NY taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura ragehandibû ku, agirbesta li Sûriyê dê ji aliyê grûpeke kar ve were cîbecîkirin.

Ji sala 2011 ve kirîza Sûriyê dest pê kirye, heta niha nêzîkî 275 hezar kes ji wî welatî hatine kuştin, ûbi milyonan jî di nav û derveyî wî welatî de koçber bûne.