Herêma Kurdistanê bersiva Eminêstî dide.

Komîteya Bersivdan Raprtîn Nêvdewletî li hikumeta Herêma Kurdistanê bersiva Rêkxistîya Lêbûrîna Nêdewletî(Emnêstî) da ku têde piranîya wan rexneyan red dike.

K24- Hewlêr:

 

Komîteya Bersivdan Raprtîn Nêvdewletî li hikumeta Herêma Kurdistanê bersiva Rêkxistîya Lêbûrîna Nêdewletî(Emnêstî) da ku têde piranîya wan rexneyan red dike.

Li ser sizaya sêdaredanê li Herêma Kurdistanê, Komîteya Bersivdan Raprtîn Nêvdewletî li hikumeta Herêma Kurdistanê dibêje: sizaya sêdaredanê bi radeyekê kêm bûye ku hijmara wan keysan dihên hijmartin.

Li ser zîndanîkirina xelkê bê dadgehîkirin jî diragehîne, ku ti kesek nahê girtin heya dadgeh biryarê li ser nederxîne. Herweha dibêje Hikumeta Herêmê; rê jî dide bi hemû rêkxistîyên taybet bi mafên mirovan serdana zîndanan û bingehên girtin û veguhaztinê bikin.

Herweha li ser Kurdê Êzdî jî diragehîne ku Êzdîyan ti mîlîşîyayên çekdar nine û eger tawanek jî li hember Erebên Deverên azadkirî jî hatibe encamdan karekê kitkesî bûye; nekû pilan û bername.

Li ser ew  alozîyên vê dawîyê ya Herêma Kurdistanê, di bersivê de hikumeta herêmê dibêje: alîyên sîyasî di danûstandinê de ne bo çareserkirina arîşeyan û çendîn kombûn jî  di navebra alîyên sîyasî de hatine encamdan.

Herweha  dibêje: Em evê raportê bi hind diwergirîn û dûvçûnê jî dê bikin bo ewan tûmetên arasteya Herêma Kurdistanê hatinekirin.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d725524c-ac78-4763-9bb9-305d3520bc88/WELAMI%20EMINST.ism/manifest