YPGê û HSDê jî dê tevlî agirbestê bibin

Agirbest dê 27ê meh were ragihandin.

K24- Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku, ew dê tevlî agirbesta çaverêkirî li Sûriyê bibe û wê bi “biryarek erênî” binav dike.

Di 21ê vê mehê de, piştî rêkeftina di navbera Amerîka û Rûsyayê de, biryar hat dayîn ku di 27ê mehê de agirbest li Sûriyê were ragihandin.

Fermandariya Giştî HSDê di daxuyaniyekê de helwesta xwe ji agirbestê diyar kir û ragihand ku, ew dê li gor agirbestê tevbigerin.

Di daxuyaniyê de hatiye jî ku, eger êrîş li dijî wan bê kirin, dê HSDê xwe biparêze û bersiv bide.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Xisîtiyan pêk tê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî hêza wê ya serekî ye. Ji aliyê Amerîka û hevpeymaniya navdewletî ve tê piştgirîkirin.

Herwiha HSDê, Amerîka jî ji vê biryara xwe agehdar kiriye, li gor ku di daxuyaniyê de hatiye.

Rejîm û opozîsyona Sûriyê jî ragihandine ku, ew dê pêbendî agirbestê bibin. Lê hin fermandeyên Artêşa Azad heta niha xwe yek alî nekirine.

Dê ev agirbest DAIŞê û Eniya el-Nusreyê venegire, lewma dê operasyonên li dijî wan berdewam bin.

Beriya niha Serokomarê Tirkiyê daxwaz kiribû ku, agirêbesta dê li Sûriyê were ragihandin, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) venegire. Lê Rûsya bersiva dabû û ew daxwaz qebûl nekir.