Mûsilî li dijî DAIŞê rabûn: 30 çekdar kuştin

Çekdarên DAIŞê malbatên xwe ji Mûsilê derdixin.

K24- Navenda Nûçeyan

Li nava Mûsilê xelk li dijî DAIŞê rabûne û di yek rojê de 30 çekdar kuştin e.

Li gor gahiyên li ber dest, şeva borî li 5 taxên Mûsilê, xelik li dijî DAIŞê rabûne û şer di navbera her du aliyan de derketiye.

Mûsil ji Hezîrana 2014an ve di dest DAIŞê de ye, piştî ku hêzên artêşa Iraqê dev ji pêgeh û çekên xwe berdan û reviyan.

Niha jî navendeke hevbeş di navbera hevpeymaniya navdewletî, Wezareta Pêşemrge û artêşa Iraqê de li Mexmûrê hatiye avakirin, ji bo despêkirina operasyona azadkirina Mûsilê.

Lê beriya destpêkirina operasyona çaverêkirî, li nava Mûsilê xelik li dijî DAIŞê rabûne.

Şeva borî jî, li taxên: Til Ruman, Mecmûhe, Dumîz, Qadisiye û Qudis şer di navbera xelkê û çekdarên DAIŞê de derket.

Ji encama wî şerî, herî kêm 30 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Herwiha li gor gahiyên ku ji nava Mûsilê tên weşndin, çekdarên DAIŞê malbatên xwe vediguhêzên Sûriyê. Ligel kêmbûna pêwîstiyên jiyanê li wî bajarî û tirsa ji destpêkirina operasyona azadkirinê.