Li Diyarbekirê parlamentereke Brîtanî hat binçav kirin

Parlamentera Birîtanyayê, Natalie McGray a ku li Sûrê lêkolîn dikir ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Parlamentera Birîtanyayê, Natalie McGray a ku li Sûrê lêkolîn dikir ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê qedexe derket roja 85an. Îro şer û pevçûnên dijwar qewimîn, di encam de jî leşkerekî canê xwe ji dest da.

Peyamnêrê K24ê diyar kir ku Parlamentera Brîtanî Natalie McGray ji bo derbarê dorpêç û êrîşan de çavdêriyê bike li Sûrê bû, li derdora Balikçilarbaşi ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

McGray tevî ku pasaporta xwe nîşan de jî hate binçavkirin û birin xala polîsan.