Fûad Hisên: Çareseriya pirsgirêkan di dest PDK û YNKê de ye

Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser aktîfkirina Parlamentoya Kurdistanê yekdeng in, lê heta niha li ser danîna mîkanîzmekê bo çawaniya aktîfkirina wê rênekeftine.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/aad543b4-6535-4fd7-872e-e6a55b69838a/parlamn.ism/manifest

K24 – Hewlêr 

Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser aktîfkirina Parlamentoya Kurdistanê yekdeng in, lê heta niha li ser danîna mîkanîzmekê bo çawaniya aktîfkirina wê rênekeftine.

Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên ji K24ê re ragihand ku, civîna werê ya di navbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de, wê hemû pirsgirêkan gotûbêj bikin.

Di heman demê de, Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê, Cafer Êmînkî, bo aktîfkirina Parlamentoyê, guhartina desteya serokatiyê, bi baştirîn çareserî dizane.

Hemû alî derbarê astengkirina karê parlamentoyê hevdu tometbar dikin, lê niha li ser aktîfkirina Parlamentoya Kurdistanê yekdeng in, lê derbarê çawaniya aktîfkirinê de, hîn rênekeftine.

Herwiha Hisên neveşart ku kilîta çareserkirina wê pirsgirêkê, li cem YNK û PDKê ye, ji ber wê ew pişrtast e ku dê di civîna bê de çareyekê bibînin.

Herçend e li Parlementoya Kurdistanê, endamên hemû fraksiyonan li ser karên xwe ne, Êmînkî hêvîdar e ku parlemento aktîf bibe, lê neveşart jî ku berê parlemento bo karên siyasî bikar dihat, ji ber wê jî hat rawestandin.