“10 hezar zarokên penaber li Ewropayê winda bûne”

Li gor ku Nivîsgeha Polîsên Ewropayê “Europol” ragihandiye zêdetirî 10 hezar zarokên penaber li Ewropayê winda bûne, metirsî jî ew e ku bikevin nav destê qaçaxciyan.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ca677882-762f-4e6b-8cd8-0d8c9a90a652/Zaroken%20windabuy.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan 

Li gor ku Nivîsgeha Polîsên Ewropayê “Europol” ragihandiye zêdetirî 10 hezar zarokên penaber li Ewropayê winda bûne, metirsî jî ew e ku bikevin nav destê qaçaxciyan.

Ji meha Mijdara borî ve, hejmara zarokên berê xwe didin Ewropayê zêde bûye, li gor UNICEFê, zarok jî sedî 40 ji hejmara penaberan in,bi awayekî ku ji her 3 kesan yek ji yên derbasî Yonanistanê bûne zarok in.

ATINA rêxistineke ne hikûmî ye kar li ser dijayetiya bazirganiya mirovan dike, eşkere dike ku ev zarok hatin neçarkirin ku tawanan bikin û dest dirêjiya sêksî li wan hatiye kirin.

Hinek ji zarokên penaber ji aliyê dê û bavên xwe têne şandin ji bo welatên din bi mebesta kar kirinê, di vê kêsê de jî  rêxistinên ne hikûmî çadiran jibo bi cî dikin û wan u malbatên wan digehênine hev.