Zimanê fîtkirinê li dibistaneke Tirkiyê tê xwendin

Li parêzgeha Giresun ya Tirkiyê, di dibistanekê de zimanê fîtkirinê bi awayekî zanistî tê xwendin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/dc468a24-1281-4672-b921-5ffbc3c9d9b1/Zimane%20Cuka%20li%20Giresun.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Li parêzgeha Giresun ya Tirkiyê, di dibistanekê de zimanê fîtkirinê bi awayekî zanistî tê xwendin.

Li gor xelkê parêzgeha Giresun ya Tirkiyê, ji ber bav û kalên wan bi zimanê fîtkirinê axivîne, ji bo ku neyê windakirin jî, loma vî zimanî li dibistanê bi awayekî zanistî dixwînin.

Rêveberê dibistana Zafer Balçîjî bal dikişîne ser wê yekê ku, ew zimanê fîtkirinê hêjayî pêşxistinê ye û dibêje: “Berî niha bi sedan salan xelkê vê deverê zimanê çûkan bikar dianîn û zarokên wan jî ev ziman parastin, loma heta niha maye, ji bo her tim bimîne, em li xwendina seretayî û navendî û amadehiyê waneyên vî zimanî didin xwendin, lê îsal me bi tenê di pola yekem, duyem, sêyem û çarem hilbijartiye.”

Ji bor fêrkirina vî zimanî pêwîst e mirov ji bilî axaftinê, devê û tiliyên xwe bikar bîne, bo derxistina dengê zirav û stûr jî dive bizanibe çawa tiliyên xwe bixe devê xwe. Herwiha bo her gotinekê pêwîst e zanibe bi çi awayî ba bikar bîne, da ku fîta durist pê çê bike.

Hêjayî gotinê ye ku, Saziya Perwerdê, Zanist û Çandê ya ser bi NY ve, navê vî zimanî xistiye nava lîsteya xwe ya “Zimênên pêwîst e ji windabûnê bêne parastin.”