Almanya: PYD û YPGê ne terorîst in

Hikûmeta Almanyayê diyar dike ku, siyaseta PYDê ne zelal e.

K24- Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Almanyayê diyar dike ku, ew PYD û YPGê wek rêxistinên terorîst nabîne, lê rexneyan li siyaseta wan digire.

Parlamentera Partiya Çep a Almanyayê (DIE LINKE), Sevîm Dagdele ya esilkurd pirsyarnameyek pêşkeşî hikûmeta Almanyayê kiribû ku tê de digot “Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hêzên leşkerî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji aliyê Encûmena Asayişa Navdewletî ve wekî rexistina terorî nayên dîtin.”

Li gor ajansa Sputinkê jî, hikûmeta Almanyayê di bersiva Dagdeleyê de diyar kiriye ku, ew bi awayekî giştî PYD û YPGê wekî hêzêke herêmî dibînin, lê rexne li siyaseta partiya navborî girtiye.

Di nêrîna hikûmeta Almanyayê de, PYD dijberiyeke diyar nîşanî hikûmeta Sûrî nake. Herwiha Almanya dixwaze ku mîna hemû aliyên siyasî PYDê jî di pêşeroja Sûriyeyê de dîtin û nêrînên xwe diyar bikin.