“Malikî enqest hiştiye Mûsil bikeve”

Raporek derbarê hûrgiliyên ketina Mûsilê de belav bû.

K24- Navenda Nûçeyan

Li gor agahiyên hatine belavkirin, Nûrî Malikî enqest hiştiye Mûsil bikeve dest DAIŞê de û 12 hişyarî jî derbarê wê êrîşê de piştguh xistibû. Alîkarîkirina Pêşmergeyan jî red kiribû.

Rojnameya The Independent ya Brîtanî di raporekê de, sedemên ketina Mûsilê di Hezîrana 2014an de û kesê berpirsyar, eşkere kiriye.

Di raporê de hatiye ku, serokwezîrê wê demê yê Iraqê, Nûrî Malikî ku di heman demê de wezîrê navxwe û bergirî jî bû, 12 bruskên agahdarî û hişyariyê ji Serokê Îstixbarata Mûsilê, Ehmed Zirkanî, derbarê êrîşa DAIŞê de, piştguh xistine.

Di wan nameyan de hatibû ku, DAIŞê kelûpelên leşkerî û çekên pêwîst bidest xistine ji bo ku êrîşî Mûsilê bike.

Herwiha Malikî nehiştibû ku firokeyên şer 6 pêgehên ku çekdarên DAIŞê li derûdora Mûsilê lê dihatin perwerdekirin, bombebaran bikin.

Di wan nameyên îstixbaratî de hatibû jî ku, DAIŞê hezar çekdar li gundê Şêx Yûnis ê nêzîk Mûsilê amade kirine ji bo ku êrîş bikin, lê Malikî daxwaza Pêşmergeyan bo bergirîkirin li Msûilê red kiribû.

Herwiha beriya niha rayedarên Herêma Kurdistanê yên leşkerî û siyasî tekez kiribûn ku, wan çendîn car Malikî ji êrîşa DAIŞê bo ser Mûsilê agehdar kirine, lê navborî ew hewldan piştguh dixistin.

Li gor rojnameya Independentê, Malikî ji rayedarên Kurdistanê re gotibû ku, xwe biparêzin û ew dizane çawa axa Iraqê biparêze.

Herwiha Malikî hizir dikir ku, eger Mûsil bikeve destê DAIŞê de baştir e ku bikeve destê grûpên çekdar ên ser bi partiya Beis ve. Ji ber ku wê demê dê civaka navdewletî tevbigere.

Bruska hişyariyê ya dawî jî beriya çend rojan ji ketina Mûsilê gehiştibû Bexdayê, ku têde hemû hûrgiliyên êrîşê hatibûn eşkerekirin, ligel dema destpêkirina êrîşê. Lê her Malikî piştguh dixist û ti biryar nedida.

Roja 9-10ê Hezîranê çekdarên DAIŞê êrîşî Mûsilê kirin, piştî ku hêzên artêşa Iraqê ji pêgehên xwe reviyan û çekên xwe li pey xwe hiştin, parêzgeh ket destê çekdarên radîkal.