Barzanî: Pêwîst e cîhan cudawaziyên li Iraqê nas bike

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê radigihîne, pêwîst e cîhan cudawaziyên li Iraqê nas bike, yan jî dibe li benda 100 salên din yên şikestinê bimîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê radigihîne, pêwîst e cîhan cudawaziyên li Iraqê nas bike, yan jî dibe li benda 100 salên din yên şikestinê bimîne.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtina ligel Serokê şanda Ewropayê li Iraqê, balyoz Patrick Simon ragihand ku, pêwîst e cîhan cudawaziyên Iraqê bidin nas bike, yan jî dibe li benda 100 salên din yên şikestinê bimîne.

Barzanî diyar kir jî, derbaskirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, pêwîstî bi alîkariyên bilez heye, ku niha Yekîtiya Ewropayê (YE) wek beşekî girîng yê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê ye, dikare roleke baştir bilîze.

Barzanî amaje bi pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê kir, ku Bexda pabendî destûr û şandina budceya Herêma Kurdistanê nabe, ev yek jî, ji ber sernekeftina sîstema siyasî li Iraqê çê dibe.

Barzanî tekez kir jî, referendûm mafekî rewa yê Herêma Kurdistanê ye û ji bo serkeftina wê proseyê, hewceyî bi yekrêziya xelkê Kurdistanê heye.