70 firokeyên bê firokevan çavdêriya agirbesta li Sûriyê dikin

Di 27ê vê mehê de agirbest li Sûriyê kete ware cîbecîkirinê de, hin aliyên opozîsyona Sûriyê rejîma wî welatî bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dikin, lê li gor çavdêrên siyasî heta niha ew binpêkirina ber çav nehatiye kirin û cîbecîkirina agirbestê jî berdewam e.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragehand ku, 70 firokeyên bê firokevan dê çavdêriya cîbecîkirina agirbesta li Sûriyê bikin.

Derbarê belvkirina wan firokeyan, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir, tê de wiha hatibû gotin: "Di dema niha de em tekeziyê li ser gihandina alîkariyên mirovî bo navçeyên dorpêçkirî yên ku agirbestê li xwe digere dikin."

Wezaretê da zanîn ku, bi armanca biserketina cîbecîkirina agirbestê 70 firokeyên bê firokevan li navçeyên cor bicor dê çavdêriya agirbestê bikin. Duh, Rûsyayê ragehandibû ku, weke piştevaniyekî ji agirbestê re ew dê operasyonên xwe li Sûriyê bo rojekê rawestînin.