Agirê Anatolyayê li Bakurê Kurdistanê bû

Koma Agirê Anatolyayê, ku ji hêla Mistefa Erdogan ve tê birêvebirin, vê carê li Bakurê Kurdistanê bajarê Dîlokê ahengek bi navê Troya li dar xist.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/77ce161a-8791-48ae-8f2a-cb23cb2c3f0b/Anadolu%20Ateshi.ism/manifest

K24 - Dîlok

Koma Agirê Anatolyayê, ku ji hêla Mistefa Erdogan ve tê birêvebirin, vê carê li Bakurê Kurdistanê bajarê Dîlokê ahengek bi navê Troya li dar xist. Ahenga Troya gelekî bala temaşevanan kişand.

Kurdê Colemêrgê yê Kakurê Kurdistanê û hunermendê navdar Mistefa Erdogan, ligel koma xwe ya bi navê "Anadolû Ateşî" ahengeke nû çêkir.

Li Salona Huner û Pêşangahê ya Zanîngeha Dîlokê, Şaredara Dîlokê Fatma Şahîn û rektorê zanîngehê jî beşdarê ahengê bûn. Aheng bi nivîsa "Em vê berhemê diyariya, hozanê yekem yê Anatoyayê HOMEROSê, Mihemed UZUN û hemû lehengên Çanakaleyê dikin" hatibû nivîsandin.

Koma Agirê Anatolyayê ji sedan hunermendên profesyonel û xwendevanên zanîngehan pêk tê. Hemû mijarên xwe ji mîtolojî, çand û mûsîqiya Anatolyayê digre. Deng û rengên Anatolyayê bi dans û govendan pêşkêş dike.

Derhênerê çalakiyê û rêveberê Koma "Anadolû Ateşî" Mistefa Erdogan dibêje, Troya mezintirîn projeya Koma Agirê Anatolyayê y: "Troya heta niha li gelek welatan hatiye pêşandan. 1.200 parçe cilûberg hatine bikaranîn û di warê cilûbergan de xelat wergirtiye. Di lîstikê de 90 semakar hene. Anadolû Ateşî li 98 welatan, 300 bajaran aheng li dar xistine û gihîştiye 40 mîlyon temaşevanan. Emê piştî vir binçin Ûrdinê, piştî wê emê biçin Ewropa û li wir jî Şîlî û Arjantînê. Dîsa emê vegerin Antalyayê."

Koma Agirê Anatolyayê di sala 1999an de hat sazkirin û yekem car di sala 2001an de derket ser dikê. Heta niha xwe gihandiye 40 mîlyon temaşevanan ku yên televîzyon, înternet û vîdyoyan ne tê de.

Troya, wek yekemîn berhema helbest û lehengî ya Anatolyayê ye. Hozan Homeros ev helbest hezar sal beriya zayînê li ser şerê Anatolya û Yûnanê nivîsandiye.