Ciwanên Kurd xwedî li zimanê xwe derdikevin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo ziman û wêjeya Kurdî bê parastin û pêş ve biçe ciwan li ser zimanê Kurdî çalakiyan saz dikin. Yek ji wan deveran jî ku ciwan ji bo ziman tên ba hev bajarê Enqerê ye.
kurdistan24.net

Vural Erîşmîş – Saît Ozmen / K24 - Stenbol

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo ziman û wêjeya Kurdî  bê parastin û pêş ve biçe ciwan li ser zimanê Kurdî çalakiyan saz dikin. Yek ji wan deveran jî ku ciwan ji bo ziman tên ba hev bajarê Enqerê ye.

Li Enqereya Paytexta Tirkiyê ciwanên Kurd ên Anatolya Navîn li Komeleya Kurdên Anatoliya  Navîn (KOMKURD-AN) çalakiyek saz kirin daku hev binasin û xebatên li ser zimanê Kurdî bikin. Ciwanan amaje bi wê yekê kir ku metirsiya asîmîlasyonê li ser ziman û wêjeya Kurdî heye û divê li hemberî vê yekê ziman bê parastin.

Serokê Komeleya KOMKURD-AN Levent Kanat diyar kir ku hebûna ciwanan ji bo serkeftina zimanê Kurdî hêviyeke mezin e: "Kurd dixwazin pêşî li asîmîlasyonê bigrin. Ji bo vê yekê xebata ciwanan girîng e. Ciwan divê li kultura xwe bibin xwedî, kultura xwe nas bikin û pêş ve bibin. Ev yek girîng e ji bo ku rê li assîmîlasyonê bê girtin."

Ciwanan jî dan zanîn ku bi baweriya wan KOMKURD-AN bi taybetî ji bo ciwanên Kurdên Anatolyaya Navîn fersendek e û li hemberî asîmilasyona li ser zimanê Kurdî çi bikeve ser milê wan ew dê bikin.

Di vê derbarê de keçeke Kurd ji Kurdistan24ê re wiha axifî: "Armanca me ew e ku em bi hev re li hemberî asîmilasyonê li berxwe bidin. Dê û bavê me ev ziman heya îro anî ne. Ji bilî vê yekê em ew Kurd in ku sirgûnî Anatoliya Navîn hatine kirin. Asîmîlasyona herî mezin li ser me hat meşandin."

Ciwanê ku xwest hestên xwe bi şêwezarê Şêxbizinî bîne ziman, diyar kir ku ziman xwenasîn e û divê Kurd hev binasin û pişta hev bigrin: "Îro Kurdên Anatolya Navîn li vir gehiştin hev da hev du nas bikin û bikaribin ziman û çanda xwe  biparêzin." Wî Kurdên Anatoliya Navîn şibandin  Teyrê  Sîmîr û got, ew dê her li ber xwe bidin û zimanê xwe biparêzin.

Herwiha ciwanan diyar kir ku di serî de li ser jinan û ciwanan, ekolojî û çareseriya arîşeyên  xweza û civakê dê xebatên xwe bidomînin.