Demirtaş: Me ders ji Qazî Mihemed û Mele Mistefa wergirtiye

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş di mitînga partiya xwe ya li bajarê Batmanê de, rexneyên tund li Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu girt û diyar kir ku dewleta Tirkiyê dîrok û hebûna Kurdan binpê dike. Li hemberî vê yekê divê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî saz bikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0e5de6fc-c509-40d4-9806-725759a88787/Demirtas%20Mele%20Mistefa.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan 

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş di mitînga partiya xwe ya li bajarê Batmanê de, rexneyên tund li Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu girt û diyar kir ku dewleta Tirkiyê dîrok û hebûna Kurdan binpê dike. Li hemberî vê yekê divê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî saz bikin. 

Demîrtaş di vê çarçoveyê de bal kişand li ser serok û pêşengên Kurdan ên wekî Qazî Muhammed û Mele Mistefa Barzanî û da zanîn ku pêwîst e Kurd ji dîroka xwe sûdê werbigirin.

Demîrtaş got: “Em girêdayî wesiyatnameya ku Qazî Mihemed li meydana Çarçira xwendiye ne, gava Serokê Komara Mehabadê Qazî Mihemed li ber sîdarê namek ji me re got ku, baweriyê bi hev bikin, wekî gel û netew bibin yek û bibin hêz û ji bilî vê bila baweriya we bi tiştekî nebe. Piştî evqas sal Davutoglu hûn dizanin me ders ji dîrokê wernegirtiye.”

Demirtaş got jî: “Me ti carî gelê xwe nexapandiye, li ser dîroka rasteqînî me rastiyek ava kiriye, lewre piştî evqas sal, gelê me ji dîrokê ders standiye, ji Qazî Mihemed, Mele Mistefe, Şêx Seîd û Seyid Riza.”