Hevjîna “xelîfeyê DAIŞê” ji malê reviya ye

Bexdadî ferman daye hêzeke taybet da ku li hevjîna wî bigere.

K24- Navenda Nûçeyan

Hevjîna “xelîfeyê DAIŞê” ya Almanî ji mala xwe ya li Mûsilê reviya ye, çekdarên radîkal jî lê digerin.

Li gor çavkaniyên îstixbarata Iraqê, hevjîna Ebû Bekir Bexdadî ya  bi navê Dian Kroger (helgira regerznameya Almanî ye) ligel 2 keçên din ji mala xwe ya li Msûilê reviya ye.

Televîzyona Someriya ya Iraqî jî belav kiriye ku, “xelîfeyê DAIŞê” Ebû Bekir Bexdadî ferman daye hêzeke taybet a wê rêxistina radîkal, ji bo ku hevjîna wî û 2 jinên pê re bibînin.

Niha jî çekdarên DAIŞê li nava Mûsilê kirine ferman li pey her 3 jinan.

Dian Kroger, piştî ku ligel Bexdayê hevjînî pêk aniye, bibû seroka dadgeha karûbarên jinan.

Lê heta niha nehatiye zanîn bê, Kroger û ew 2 jinên din li Mûsilê ne yan reviyane derveyî wî bajarî.