Erebistana Siûdiyê: Pêşmerge cihê şanaziyê ne

Konsulê Erebistana Siûdiyê li Hewlêrê ragihand ku, Pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de cihê şanaziya Kurdistanê û hevpeymanya navdewletî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Konsulê Erebistana Siûdiyê li Hewlêrê ragihand ku, Pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de cihê şanaziya Kurdistanê û hevpeymanya navdewletî ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Konsulê Giştî yê Erebistana Suidiya li Hewlêrê, Ebdulmunim Ebdulrehman Mehmûd û şandeya pê re kir. Mehmûd hêvî kir ku pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê wî de bibe pirek ji bo perepêdan û bi hêzkirina têkiliyên. 

Mehmûd Derbarê rola Pêşmerge li şerê dijî terorîstên DAIŞê jî xuya kir ku, Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî terorê de pêşeng in û pêdagirî li ser vê yekê kir ku Pêşmerge cihê şanaziya Kurdistanê û hevpeymanya navdewletî ye.  

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî amaje kir ku, sermayedarên Siûdiyê dikarin di warên pîşesazî, geştyarî û çandinî û kertên din de li Herêma Kurdistanê kar bikin û beşdarî avakirina jêrxana aborî jî bibin.

Erebistana Siûdiyê roja 22 Sibatê konsulxaneya xwe li Hewlêr vekir, Ebdulmunim Ebdulrehman Mehmûd wek yekemîn konsulê Sûdiyê dest bi karê xwe kir.