Heşda Şeibî têkê dixe di pewendîyên Îraqû û Îmaratî de.

Piştî ku Ebdulla Bin Zayîd wezîrê derveyê Îmaratê ragehand ti cudahî nine di navebera Heşda Şeibî û çekdarên Daişê, Wezareta Derveya Îraqê gazî balyûzê Îmaratê kir û di nameyekê de peyama nerazîbûna xwe gehande wî welatî.

K24- Hewlêr:

Piştî ku Ebdulla Bin Zayîd wezîrê derveyê Îmaratê ragehand ti cudahî nine di navebera Heşda Şeibî û çekdarên Daişê, Wezareta Derveya Îraqê gazî balyûzê Îmaratê kir û di nameyekê de peyama nerazîbûna xwe gehande wî welatî.

Di wê nameyê de rexneyê tund li wezîrê Derveyê  Îmaratê hatîye girtin û bi maykirin di karûbarên hindûrîyên Îraqê hatîye tuhmetbarkirin.

Wezîrê derveyê Îraqê gazî balyûzê Îmaratê li Bexdayê kir û bi mebesta derbirîna nerazîbûn li ser axivtinên  wezîrê derveyê Îmaratê ku ragehandibû ti cudahî di nevera çekdarên Daiş û Heşda Şeibî nine.

Heftîya bûrî Ebdûlla Bin Zayîd wezêrê derveyê Îmaratî ragehandibû ku ti cudahî nine dinavera Daişê û Nurse ji alîyekê û ji alîyek din Heşda Şeibî, Hêzên Bedir, Ebas Ebûfedil û hemû Mîlîşyayên Şîeyan.

Ev axivtina wezîrê derveyê Îmaratê berpirsên Hikumeta Îraqê nîgeran kirin bi radeyekê ku wezareta derveya Îraqê  roja şembîya bûrî gazî Ebdûlla Îbrahîm Elşêhî balyûzê Îmaratê li Îraqê kir û nameyaka nerazîbûna hikumeta Îraqê radestê wîkir daku bigehîne destên berpirsên welatê xwe.

Di nameya Bexdayê de hatîye ku Heşda Şeibî wekû Sûpayê  Îraqê li jêr fermanê  serok wezîrên Îraqê Heyder  Ebadî kar dike. Lew em evan tuhmetan bi hemû awayekê red dikin û Heşda Şeibî û girûpa tîroristîya Daiş bi yek çav lê nahên nerîn û ev pişkeke ji destwerdanê li karûbarên hindûrîyên Îraqê ji alêyê wezîrê derveyê Îmaratê ve.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/50380556-3b6f-43d2-b5e7-1c907a241871/Emarat%20u%20Iraq.ism/manifest