Li Hezexê 4 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê polîsan êriş bir sala mala ku Parlamenterê HDPê têde bû û 4 kes binçav kirin.

K24 – Şirnex

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê polîsan êriş bir sala mala ku Parlamenterê HDPê têde bû û 4 kes binçav kirin.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve 13 roj li pey xwe hîşt û operasyon jî bê navber berdewam dikin.

Duh êvarê polîsan êriş birin ser mala ku Parlamenterê HDPê Ferhat Encu têde ye û li malê lêgerîn kirin. Hat ragihandin, xwediyê malê, birayê Ferhat Encu, Welî Encu û 2 rojnamevanên Azadiya Welat hatin binçavkirin.

Ferhat Encu, ser twitterê da xuyakirin ku di dema lêgerînê de polîsan li wî dane. Parêzgariya Şirnexê jî da xuyakirin ku destûra lêgerîna malê ji hêla dadwer ve hatiye dayîn û li malê 4 kes hatine binçavkirin.