Mehmet Atli bi stranên Kurdî guhdar mest kirin

Li Enqereya paytexta Tirkiyê, stranbêjê Kurd Mehmet Atli bi şêwazê xwe yê cihêreng û bi stranên Kurdî yên hestyar û bi coş guhdarên xwe mest kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/412ed992-49d5-4bb6-97a4-e37c3d08152a/KonsertaMehmetAtli.ism/manifest

Saît Ozmen, Vural Erîşmîş / K24 – Enqere

Li Enqereya paytexta Tirkiyê, stranbêjê Kurd Mehmet Atli bi şêwazê xwe yê cihêreng, di şeva bo hiskiriyên xwe de, bi stranên Kurdî yên hestiyar û hem jî yên bi coş guhdarên xwe mest kirin.

Li Enqerê hunermendê Kurd Mehmet Atli û Serdar Keskîn ji bo hezkiriyên xwe derketin ser dikê. Hunermend Mehmet Atli herçiqas ji ber bûyerên wek şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê xemgîn be jî, bi stranên xwe yên hestiyar derkete pêşberî guhdaran.

Mehmet Atli li ser hunera stranbêjiyê diyar kir ku, deng hertiştê stranbêj e dema ku deng bimire mirov jî dimire. Derbarê vê mijirê de hunermendê Kurd Mehmet Atli ji Kurdistan24ê re axifî.

Atli got: "Jîyana me piçekî giredayî jiyana sosyal e, jiyana civakê ye. Eger festîval çêbibin, mihrîcan çêbibin, dawet çêbibin, çalakî, mitîng ango meş lidarkevin em jî beşdar dibin. Herwiha bir rêya musamereyên di zanîngeh û dibistanan de em dikarin denge xwe xurttir derxin."

Guhdarên ku beşdarî şeva Mehmet Atli bûn fikir û ramanên xwe yên li ser stranên Kurdî anîne ziman. Guhdarek wiha dibêje: "Çawa bibêjim, stranên wî dema yek guhdar bike, dil disoje. Em bi stranên wî mezin bûn, bi helbestên wî mezin bûn."

Stranên Mehmet Atli ne tenê ji bo ciwanên Kurd, di heman demê bangê li hestên ciwanên Tirk jî dike. Ciwanekî Tirk jî nerînên xwe wiha anîn ziman: "Ez Kurmancî nizanim, dimilkî nizanim, lê dema ku ez li stranên wî guhdarî dikim, gelek kêfxweş dibim. Bi rastî ez peyvekê jî ji stranên wî fam nakim. Lê dema ku mirov lê guhdarî dike wekî çîvîkan bask li yekî peyda dibin û ji wî cihî diçe cihekî din."  

Herwiha sazûmankarên konsertê li ser orgenîzekirina van şevan diyar kirin ku ew dê di rojên pêş de ligel gelek hunermendên din ên Kurd werin Enqerê û bi çalakiyên cihêreng derkevin pêşberî guhdaran.