Rûsya: Federalîzm bijardeyek baş e bo Sûriyê

Wezareta Derve ya Rûsyayê tekez lis er beşdariya Kurdan di Cenêvê de dike.

K24- Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku, federalîzm bijardeyeke baş bo Sûriyê, tekez jî li ser beşdarîkirina Kurdan li Cenêvê dike.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Ryabkov li hemberî pirsa ‘gelo gengaz e li Sûriyeyê modeleke federal ava bibe’ bersivand û got: ‘Heke di hevdîtinên Cenêvê de alîgir modeleke wiha bipejirînin ma kî dikare li dijî vê derkeve.’
Beriya niha Wezîrê Derve yê Amerîkayê, John Kerry jî gotibû ku, êdî zehemete Sûriye vegere wek berê û herêmên federal lê çênebin.
Ryabkov anî ziman jî ku, Rûsya dixwaze îro beriya sibe, danûstandinên Cenêv-3 wern destpêkirin, tekez li ser wê yekê jî kir ku divê Kurd di danûstandinan de beşdar bin û “dewletên dijber jî divê helwesta xe biguherin.”