Amerîka daxwaza “valakirina” Bendava Mûsilê dike

Têkçûna Bendava Mûsilê metirsiyê dixe ser jiyana 1.5 milyon kesî.

K24- Navenda Nûçeyan

Amerîka daxwaza ji hikûmeta Iraqê dike ku, Bendava Mûsilê ji avê vala bike, ji bo metirsî li ser jiyana 1.5 milyon kes nemîne.

Balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê di daxuyaniyeke nivîskî de metirsiya xwe ji têkçûn û hilweşana Bendava Mûsilê dubare kir.

Ev bû deme ku metirsiya têkçûna Bendava Mûsilê ketiye rojevê, eger ew karesat jî biqewime, dê jiyana welatiyên Mûsil, Tikrît, Samiraa û Bexdayê di metirsiyê de be.

Balyozxaneya Amerîkî di daxuyaniya xwe de diyar dike ku, valakirina Bendava Mûsilê ji avê, baştirîn çareserî ye ji bo parastina canê welatiyên ku metirsî li wan heye.

Li gor ku di daxuyaniyê de hatiye, eger Bendava Mûsilê têk biçe, dê jiyana 1 milyon û 470 hezar kesî di metirsiyê de be.

Berî niha jî Serokê Amerîkayê Barak Obama di pêwendiyeke telefonî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kirbû ku, rê li pêşiya têkçûna Bendava Mûsilê bigre.

Hikûmeta Iraqê jî tekez dike ku, wê girêbets ligel kompaniyeyk Îtlaî îmze kiriye, ji bo ku bingehên Bendava Mûsilê bihêz bike û metirsiya têkçûnê jinav bibe.

Bendava Mûsilê, mezintirîn bendave li Iraqê berî niha ji aliyê DAIŞê ve hatibû dagîrkirin, lê ew niha dibin kontrola Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de ye.