"Bila Diyarbekirî 2ê Adarê ji bo Sûrê rabin ser piyan"

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, ji bo navçeya Sûrê ya ku ev 3ê meh in qedexe û pevçûn lê didome banga meşê kir û xwest 2ê Adarê roja Çarşemê saet 4ê êvarê xelkê Diyarbekirê biherike Sûrê.

K24 - Diyarbekir

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş, ji bo navçeya Sûrê ya ku ev  3ê meh in qedexe û pevçûn lê didome banga meşê kir û xwest 2ê Adarê roja Çarşemê saet 4ê êvarê xelkê Diyarbekirê biherike Sûrê. Demîrtaş hikûmeta AK Partiyê jî rexne kir û got; “AKPê aqlê xwe winda kiriye, deriyê xwe ji danûstandin û diyalogê re girtiye.”

Hevserokê HDPê Selaheddîn Demîrtaş, bi Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Xetîb Dîcle û Selma Irmak re serdana jinênên ku li Navenda Çandê ya Dîcle-Firatê ‘Nobeta Aştî û Çareseriyê’ digrin kirin. Hevserokan piştî serdanê kongreyeke çapemeniyê saz kirin.

Demîrtaş ragihand ku roja Çarşemê (02.03.2016) dê ew jî beşdarî meşa ji bo Sûrê were kirin bibe û wiha axivî: “Li Diyarbekir û Enqerê gelek hevdîtinên çareseriyê hatin kirin lê ti encam jê derneketin. Ji ber polîtîkayên şer ên AKPê bi sedan kesan canê xwe ji dest dan. Qedexeya derketina derve bê rakirin dê berbest jî nebin. Komkujî dibin sedemên ji hev cûdabûnê, em vê naxwazin.”

Hevseroka KCDê Selma Irmak jî ragihand ku, tê xwestin weke li Cizîrê li Sûrê jî komkujî bê kirin lê ew dixwazin pêşiya kuştinan bigrin: “Eger dorpêç û qedexeya derketina derve rabe û biryara şer betal bibe dê pevçûn jî bidawî bibin. Û dê berbest û xendek jî ji holê rabin. Em hatine wê astê.”

Xelkê Diyarbekirê jî derbarê banga Demîrtaş de gotin ku, ew naxwazin êdî li ber dengên çekan bijîn û divê herdu ali dest ji şerê li nava bajaran berdin. Xelkê ji Kurdistan24ê re wiha gotin:

Welatî: “Heq, hiqûq û edalet hebe gelek herkes ji mala xwe bê û piştgirî bide meşê.”

Welatî: “Bila heta xelkê gundan jî bên , beşdarî meşê bibin da ku êdî ciwanên me neyên kuştin.” 

Welatî: “Înşealleh ev şer bi dawî bibe. Înşealleh yên din hûndir de bêqeza û bêbela ji wir derkevin. Bila yên ku zarokên wan ne li wir in jî bên, lewra ew jî zarokên me ne.”

Parêzgeriya Diyarbekirê destûra meş û xwepêşandanan nade û heta niha her tim bi ava şîd û gaza rondikrêj destêwerdana xwepêşandanan kiriye. Tê çaverêkirin ku roja Çarşemê jî di navbera xwepêşandar û polîsan de alozî derkevin.

Li 6 taxên navçeya Sûrê ji 2ê Kanûna 2015an ve şer û pevçûn didomin. Li gorî daxuyaniyên fermî di 3 mehan de ji herdu aliyên şerker heta niha 313 kesan canê xwe ji dest dane. Parêzgerî dibêje di pevçûnan de tenê sivîlekî canê xwe ji dest daye lê çavkaniyên nêzîkî PKKê dibêjin li Sûrê heta niha 32 sivîlan canê xwe ji dest dane. Ji aliyê din ve hejmarek sivîl di jêrzemînên avahiyên di nava pevçûnan de dorgirtî mane.  Pevçûnên di navbera Hêzên Ewlekariya Tirkiyê û şervanên Yekineyên Parastina Sivîl (YPS) de jî berdewam in.