Hikûmeta Kurdistanê destpêşxeriyek nû pêşkeşî Bexdayê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê YEyê li Iraqê kir.

K24- Hewlêr

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, eger niyazeke rasteqîn e ya Bexdayê hebe bo çareseriyê, Hewlêr jî amade ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di dema pêşwazîkirina Balyozê Yekîtiya Ewropa (YE) li Iraqê, Patrick Simoni de û şandeya ligel kir, di hevdîtinê de behsa krîza aborî û çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

Barzanî ji balyozê YEyê re diyar kir ku, eger niyaza Bexdayê ya rasteqîn e ji bo çareserkirina pirsgirêkan hebe, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo çarserkirina tevahiya pirsgirêkan bi riya diyalogê amade ye, bi taybetî di rewşa niha de ku her du alî di krîzek darayî re derbas dibin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji civaka navdewletî kir ku, pêwîst e civaka navdewletî pişka Herêma Kurdistanê ji wan qerzan  dabîn bike ku bi Iraqê dide.

Di beramber de, Balyozê YEyê li Iraqê, Patrick Simoni pêdagirî li ser piştîvaniya Yekêtiya Ewrûpa bo Herêma Kurdistanê kir, tevî berferehkirina pêwendiyên her du aliyan.