Destûra nû ya Tirkiyê bûye cihê nakokiyan

Li Parlamentoya Tirkiyê niqaşên li ser beşdarbûna komisyona destûra nû berdewam in. Niqaşên di navbera CHP û MHPê de gihiştin asta hev du tawanbarkirinê.

K24 – Enqere

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Îsmaîl Kahraman bo Komisyona Lihevkirinê ya bo çêkirina Destûra Nû, nameyeke din ji partiyên siyasî re şand. Nameya Kahraman di navbera CHP û MHPê de bû sedema niqaşan. MHP beşdarbûna di komisyonê de pêwîst dibîne lê CHP li ser biryara xwe pêdagir e ku beşdarî komisyonê nebe.

Li Parlamentoya Tirkiyê niqaşên li ser beşdarbûna komisyona destûra nû berdewam in.  Niqaşên di navbera CHP û MHPê de gihiştin asta hev du tawanbarkirinê.

Li aliyê din, CHPê, AKP bi wê yekê sûcdar kir ku di biryardayînê de ew ne bi serê xwe ne û li gor daxwaza qesrê tevdigerin û ji ber redkirina pergala parlamenteriyê daxwaza beşdarbûna di komisyonê de jî wekî nakokiyekê nirxand.

Derbarê mijarê de Cîgirê Serokê Koma CHPê Engin Altay got: "Bersiva me diyar e. Gelo çiqasî mimkûne ku kesek dibêje; “ez ê li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn tevneger im”, destûr were çêkirin? Rûniştina ligel qesrê (Serokkomar) bo me ne mimkûn e.”

Serokê Parlamentoyê bi belavkirina komisyona pêşî hat sûcdarkirin û hat diyarkirin ku bo her partî fikra xwe ya li ser destûrê ango destûra ku ew dixwaz e vebêje pêwîstî bi xebatên komisyonê heye.

Cîgirê Serokê Koma MHPê Oktay Vural jî wiha axifî: “Ma em bi Serokkomar re di komisyonê de ne? Tu wateya wê nîn e ku destê Serokkomar were xurtkirin. Eger civak zanibe ku kîjan partî, li ser kîjan bingehê, bi awayekî berbiçav ji hevdu vediqete, ev dê bo wê kêrhatî be.”

Her du partiyan ji bilî hevdûrexnekirinê, li hemberî daxuyaniyên berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin jî nerazîbûn nîşan dan. Herwiha bêdengiya Serokê Parlamentoyê ya li hemberî gotinên Kalin wekî bêvînî û fedîkariyê hat binavkirin.