22 hezar polîs bo bajarên Kurdan tên şandin

Ji 38 hezar polîsên Stenbolê 22 hezar polîs bo Bakurê Kurdistanê tên şandin. Polîs bêhtir li bajarên ku pevçûn lê hene dê werin erkdarkirin.

K24 – Stenbol

Ji 38 hezar polîsên Stenbolê 22 hezar polîs bo Bakurê Kurdistanê tên şandin. Polîs bêhtir li bajarên ku pevçûn lê hene dê werin erkdarkirin.

Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê, fermanek bo tayînkirina polîsan a sala 2016ê ji Ewlehiya Stenbolê re şand. Hat destnîşankirin ku dema "erkê rojhilatê" ya 22 hezar polîsan hatiye û divê amadekarî bê kirin.

Herwiha di nivîsê de ji polîsan tê xwestin, dixwazin li kîjan bajaran bên erkdarkirin û yên dixwazin li Stenbolê bimînin jî, sedemên xwe nîşan bidin.

Di 1ê Gulanê de tayînkirina polîs û komîseran, di 1ê Hezîranê de jî ya êveberên polîsan diyar dibe.